Şêniyên Hesekê serdana konê sersaxiyê yê şehîd Îbrahîm Mîxaîl- Aryo kirin û sersaxî dan malbata wî.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Sutoro Îbrahîm Mîxaîl-Aryo 12’ê Cotmehê di êrişa balafirên bê mirov a dewleta Tirk li Dêrikê, şehîd bû.
Vê sibê Meclisa Malbatên Şehîdên Suryan- Asûr serdana konê sersaxiyê yê şehîd Aryo kirin û sersaxî dan malbata wî.
Konê sersaxiyê li ber Dêra Azrayê ya li taxa Nasira a bajarê Hesekê hatiye vedan û bi dehan ji welatiyê bajêr herikîn bin kon.
Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Hesekê Idrîs Osî axivî û diyar kir ku armaca dewleta Tirk ji êrişan ew e ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.