Di doza HDP de geşedaneke nû

Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn ku doza girtinê li HDP’ê vekiribû, dê di rûniştina AYM’ê ya di 10’ê çileyê de bi devkî parastinê bike.

Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ku bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doz vekiribû, wê di rûniştina 10’ê çileya 2023’yan a Dadgeha Makeqanûnê de parastinê bi devkî bike.

Dê di rûniştinê de roj were diyarkirin ku HDP jî parastina xwe ya devkî bike.

Wê di doza rûniştinê de HDP parastina xwe bike

Hat diyar kirin kû Raportorê AYM’ê piştî parastinê dê agahî û belgeyan kom bike û derheqê parastinan de rapora xwe amade bike.

Piştî ku rapor pêşkeşî endamên AYM’ê hate kirin, dê endam bicivin û ji bo biryara dawî hevdîtinê bikin.

Doz dê ji hêla şandeya AYM’ê ku ji 15 kesan pêk tê ve were dayîn.

Back to top button