Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kir

Gelê Wanê bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo xwest meşê li dar bixe. Polîsan êrişî meşê kir û jinek li ser hişê xwe çû. Herî kêm 40 welatiyên ku xwestin tevli meşê bibin ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.

Ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo û polîtîkayên şer, li Wanê gel xwestin meşê li dar bixin.

Gelek endam û rêveberên partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî ku pêşengtî ji vê çalakiyê re kirin tevli meşê bûn.

Beşekê girseya ji gel li pêşiya avahiya Aydin Perîhan AVM’ê û du beşên din jî li her du aliyên Xaçerêya Ezber-cî-lerê kom bû.

Dihat payîn ku her sê beş bigihin hev û ber bi komeleya TUHAD-FED’ê ya li Kolana Hunerê ve bimeşin.

Piştî ku girse li pêşiya Mola AVM’ê hat ba hev, polîsan ketin û derketina hemû kolanan qedexe kir.

Polîsan destûr neda ku girseya hatiye dorpêçkirin bimeşe û êrişî kir.

Li Wanê 40 welatî hatin binçavkirin

Nêzî 40 welatiyên ku dixwestin tev li meşê bibin, ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.

Koma ku li Xaçerêya Ezbercîlerê hatibû ba hev jî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin.

Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî polîsan dan û xwestin ku rê were vekirin.

Girseya gel tevî êrişan jî demeke dirêj cihên xwe bernedan û gelek kes jî ketin kolanên bajêr.

POLÎSAN BI BOMBEYÊN GAZÊ ÊRIŞÎ GIRSEYÊ KIR, JINEK LI SER HIŞÊ XWE ÇÛ

Her wiha polîsan bombeyên gazê û guleyên plastîk avêtin gel..

Jineke ku tev li meşê bûbû, di dema êrişê de ji ser hişê xwe çû.

Parlamenterê HDP’ê sezaî temellî ji polîsan re: destê xwe nêzî dayikan nekin

Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî jî bertek nîşanî êrişên hêzên desthilatê da û got: “Hûn binçav dikin êdî çi dikin bikin, lê destê xwe nêzî dayikan nekin.”

Cadeyên Cumhuriyet, Maraş û Kişlayê yên ku dê meş lê bihata lidarxistin jî ji hêla polîsan ve hat girtin.

Her wiha li pêşiya avahiyên HDP, DBP û hemû saziyên din jî polîs hatin bicihkirin.

Back to top button