Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbat Leyla Mistefa re xwest

Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyên cûda peyamên sersaxiyê weşandin.
Di peyaman de bal hat kişandina li ser rola Leyla ya di avakirina civakeke demokratîk û azad ya li herêmê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber wefata Leyla, peyama sersaxiyê weşand.

Rêveberiyê diyar kir ku Leyla Mistefa ya di xurtkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de têkoşiya , ji bo serxistin û beşdarkirina hemû pêkhateyan di têkoşînê de, erka xwe pêk anî.

Têkoşer Leyla Mistefa bû nimûneya kesayeta berpirs li hember xizmeta civak û gelê xwe.

TEV-DEM ji ber wefata Leyla Mistefa peyama sersaxiyê da

Back to top button