Li Cizîra Botan, êriş li dijî gorên gerîlayên HPG’ê yên di demên cuda de şehîd bûne, şehîdên berxwedana 2015’an a li Cizîrê hate kirin.
Malbatên ku doh çûn serdana goristanê dîtin ku gor hatine xerakirin.
Hate ragihandin ku kêlên gorên şehîdan hatine şikandin û beşek ji goran hatine kolandin.
Dayika Osman Cagli yê ku sala 2015’an li Cizîrê hate qetilkirin Hamşî Cagli nerazîbûn nîşanî êrişa li ser goristanê da û got,
“Gelo çêdibe ku mirovekî miriye bi vî rengî êriş lê bê kirin? Ev yek heqareta li me ye.”
Dayika Mehmet Emîn Levent ê ku li Cizîre hate qetilkirin û gora wî hate xerakirin Şemsiye Levent jî got,
“Ew ne misilmanin. Qîma xwe bi kuştinê naynin, êrişî gorê jî dikin. Çiqasî dixwazin bila bişikînin, em ê ji nû ve her carê çêbikin.”



