Rêveberiya Xweser: Em ê cenazeyan ji Cezayîrê vegerînin

Rêveberiya Xweser têkildarî xenqandina penaberên Rojavayê Kurdistanê li peravên Cezayîrê daxuyaniyek û ragihand ku ew ê bi rêya pêwendiyên xwe cenazeyên qurbaniyan vegerîne.

Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser vê sibehê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wekî erekî mirovî û civakî, Rêveberiya Xweser hewl dide cenazeyên qurbaniyên penaberiya ne rewa bi lez vegerîne.

Daîreyê diyar kir ku duh desthilata Cezayîrê derxistina cenazeyan bi dawî kir û piraniya wan ji koçberên Serê Kanî û Efrîna dagirkirî ne.

Roja 5’ê hezîranê, wexta gemiyeke penaberan ku 26 kes li ser pişta wê bûn, ji Cezayîr diçû Spaniyayê nuqî binê avê bû û jiyana xwe ji dest da.

Back to top button