Serokê Navenda Lêkolîn û Lêgerînê ya Erebî Mihemed Fethî El-Şerîf diyar ku niha ji her demê bêhtir pêwîstî bi xurtkirina têkiliyên Ereb û Kurdan heye.
Mihemed Fethî El-Şerîf li ser têkiliyên kurd û ereban û pêwîstiya yekbûnê wan di dema heyî de ji ajansa nûçeyan a Hawarê re axivî.
Mihemed El-Şerîf diyar kir ku têkiliyên Ereb û Kurdan dîrokî ne û ew her tim bi hev re ketine xendeqekê û bi gelên li herêmên Iraq, Şam û hwd re, bûne yek.
El-Şerîf diyar kir ku Tevgera Rizgariya Erebî her tim bi tevgera Kurd re hevalbendî kiriye û Kurd jî bûne beşek ji berxwedana navneteweyî ya li hember dasthilatdariyê.
Serokê Navenda Lêkolîn û Lêgerînê ya Erebî Mihemed Fethî El-Şerîf dawiya axaftina xwe de destnîşan kir li dijî dijminê gelên Kurd û Ereb, pêwîstî bi xurtkirina têkiliyên her du gelan heye.