Gerîla li Avaşînê lê da: 2 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadîyê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de çalakîyên xwe yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker didomînin.
Hêzên gerîla li Avaşînê li dagirkeran xistin. Di encama çalakîyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel jî gerîlayên li Eyaletên Dêrsim û Botanê ji ber çalakîyên wan yên serketî pîroz kir.

Gerîlayên Azadîyê yên Kurdistanê di çarçoveya pêngavên şoreşger de çalakîyên xwe yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker didomînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakîyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk ya dagirker de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Xakurkê û Avaşînê li dagirkeran hate xistin.

Hate diyar kirin 8’ê Tebaxê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn yê Xakurkê, hêzên YJA Starê bi çekên giran çalakî li dar xistin.

Hat gotin di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatin kuştin nehate zelalkirin.

HPG’ê diyar kir heman rojê gerîla dagirkerên li Girê Sor yên Avaşînê xiste bin kontrolê û ev agahî parve kir;

“Dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê, ji nêz ve du caran li wan hate xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 2 dagirker hatin kuştin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe ji herêmê birin.”

HPG’ê da zanîn li herêma Avaşînê li dijî çeperên şer ên li qada Werxelê 5 caran gazên kîmyewî hatin bikaranîn û diyar kir çeperên şer bi teqemeniyan hatin bombebarankirin.

HPG’ê diyar kir 8’ê Tebaxê herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombebaran kirin.

Fermandariya NPG’ê gerîlayên eyaletên Dêrsim û Botanê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi peyameke gerîlayên li Eyaletên Dêrsim û Botanê ji ber çalakîyên wan yên serketî pîroz kir.

NPG’ê bal kişande li ser çalakîyên 30’yê Tîrmehê ya li navçeya Xozat a Dêrsimê û wiha got,

“Qereqola Amûtka ya ku di sala 1936’an de ji bo qirkirina gelê me yê Dersimê hatiye avakirin û bûye sersebebê qetilkirina gelek Kurdên bêguneh, çalakiyeke bi vî awayî li dar xistin xwedî wateyeke dîrokî ye.”

NPG’ê bal kişande li ser çalakîya 5’ê Tebaxê ya li Xozat a Dêrsimê ku ji bo bîranîna Fermandarên gerîla Zîn Koçer û Yilmaz Dêrsim hatibû lidarxistin û diyar kir wê agirê berxwedana şoreşa Kurdistanê li navserên Dêrsimê ti car venemire.

Her wiha NPG’ê bal kişande li ser çalakîya navçeya Şaxê ya Wanê ku di encamê de 10 dagirker hatibûn kuştin jî got,

“Bi Pêngava Egîdên Botanê hatiye raberkirin ku wê li Eyaleta Botanê, di xeta fermandarê mezin û nemir hevrê Egîd (Mahsum Korkmaz) de têkoşîna gerîla heya serketinê berdewam bike.”

Back to top button