Tirkiye çeteyên xwe yên li Lîbya cihê wan diguhere

Asoya Lîbya di bin siya metirsiya çeteyên li welat de maye.
Dewleta Tirk tevî hemû bangên vekişna hêzên biyanî ji Lîbya, 130 çeteyên xwe paşde vekişand, û komekî bi heman jimarî şand welat.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku derdora 130 çeteyên sûrî yên dewleta Tirk di çend saetên dawîn de ji Lîbyayê vegeriyane bakurê Sûriyê.

Di heman demê de komeke din bi heman hejmarî çûye Lîbyayê.

Rêxistinê di 10 Tîrmehê de eşkere kiribû ku îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariyan dike ku çeteyan bişîne Lîbyayê.

Rêxistinê ya agahiyên xwe dispêre çavkaniyan ragihand ku derdora 150 çeteyên ji Sûrî xwe amade dikin da ku biçin Tikiyê û piştre wê ber bi Lîbyayê ve werin şandin.

Li gorî çavkaniyan veguhestina çeteyan bi awayekî asayî 15 rojan carekê pêk tê.

Li gorî daneyên NY li Lîbya bi qasî 20 hezar çeteyên biyanî hene.

Piraniya van çeteyan jî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve ji bo welat hatine şandin.

Back to top button