Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê girtina endamên RJAK’ê şermezar kir û diyar kir ku PDK`ê berpirsê jiyana her sê siyasetmedarên şandeya RJAK`ê ye, em bang li PDK`ê dikin ku di zûtirîn dem de wan berde.
Koordînasyona Kongra Star der barê girtina 3 siyasetmedarên Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) de ji aliyê hêzên PDK’ê ve li Hewlêrê dema ji Şengalê vedigeriyan, dauxyaniyeke nivîskî da.
Koordînasyonê di destpêka daxuyaniya diyarkir ku PDK`ê li pey siyasetên li dijî yekitiya Kurdan ketiye.
Kongra Star bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê şermezar kir û wiha anî ziman:
“Dewleta Tirk li pêşiya çavên cîhanê û rêxistinên navneteweyî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.
Li gel van êrişan PDK`ê hewl dide hewldanên pêkanîna yekitiya Kurdan asteng bike. PDK`ê bi van siyasetên xwe berjewendiyên dijminan pêk tîne.”
Di dewama daxuyaniyê de Kongra Star dibêje:
PDK`ê di vê dawiyê de her sê siyasetmedarên RJAK`ê dema ji Şengalê vedigerîn piştî ku tev li salvegera 7`an a qirkirina Êzidiyan û piştgiriya gelê Êzidî bûbûn, li Hewlêrê girtin.
Koordînasyona Kongra Star di dawiyê de got:
PDK`ê berpirsa jiyana her sê jinên siyasetmedar e ku du ji wan dayîk in.
Divê PDK`ê bilez wan berde ji ber ku li Kurdistanê dijîn û tu sûc nekirine.