Komîteyeke Şêwirmendiyê ya Dîdargeha Diyaloga Siyasî hat avakirin

Komîteyeke Şêwirmendiyê ya Dîdargeha Diyaloga Siyasî ya Lîbî ji bo çareserkirina pirsgirêk û mekanîzmeya bijartina desthilatê, hate avakirin.

Şnadera NY Stephanie Williams eşkere kir “Komîteya Şêwirmendiyê wê ji 18 endaman pêk bê” û da zanîn “Dema wîlayeta vê Komîteyê wê destnîşankirî be û erka wê ya sereke, nîqaşkirina dozên ragirtî yên têkildarî bijartina desthilata cîbicîker û lidarxistina rûniştina giştî ya Dîdargehê be.”

Komîteya nû, derfeta dawî ya gelê Lîbî ye ku desthilateke yekgirtî ava bike û nakokiyên der barê girtina erk û kursiyan de derbas bike.

Back to top button