HPG’ê nasnameya gerîlayê 2018’an li Mûş Milazgîrê şehîd bû, eşkere kir

HPG’ê nasnameya hevreyêkî xwe ku di sala 2018’an de li Mûş Milazgîrê şehîd bûye, eşkere kir.

HPG’ê bi daxuyaniyeke cuda gerîlayê bi nasnav Çekdar Ebex ê di sala 2018’an de li Mûş Milazgîrê şehîd bû, bi bîr anî û nasnameya wî eşkere kir.

Têkildarî gerîlayê şehîd Hêzên Parastina Gel HPG’ê ev agahî da:

Hevrêyê me Çekdar ku heta sala 2018’an li Bakurê Kurdistanê têkoşînek bi bandor meşand;

Bi tevlêbûna xwe ya milîtan û bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist.

Hevrêyê me yê ku bi jiyana xwe mîlîtanekî Apoyî yê mînak bû, di şer de jî bi lehengiya xwe tirsê xist nava dijmin.

Hevrê Çekdar di operasyona dijmin a li Mûş Milazgîrê de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û têkoşîna xwe li jor temam kir.

HPG’ê soza xwe a ji bo serkeftina armancên şehîdan dubare kir û got:

Em ê weke hevrêyên wî mîrateya têkoşînê ya dewlemend a hevrê Çekdar li pey xwe hiştiye bidomînin.”

Di dawiyê de HPG ji malbata gerîlayê şehîd û tevahi gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd bi vî rengî ye:

Nasnav: Çekdar Ebex
Nav paşnav: Muhammed Kaya
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik: Salîha
Bav: Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 27 Mijdar 2018 / Mûş

Back to top button