Arya Rajendra bû şaredara bajarê Kerala ya Hindistanê

Ji bo serokatiya şaredariya bajarê Kerala ya Hindistanê, jineke ciwan a xwendekara matematîkê ya 21 salî hate hilbijartin.

Arya Rajendra ku bû şaredara bajarê Kerala yê ku nifûsa xwe 750 hezar e, li cîhanê bû şaredara herî ciwan.

Bajarê Kelara li Hindistanê rêjeya xwendinê lê bilind e û jiyana polîtîk lê çalak e.

Kerala di heman demê de paytexta eyaleta Thîrûvananthapûramê ye.

Bavê Arya karê elektrîkê dike, diya wê jî li şîrketeke sîgortayê dixebite.

Arya ku di heman demê de ji malbateke komunîst e wiha dibêje:

“Bavê min pê serbilind e ku ji çîna karker e.

Ez ji bo wî tev li tevgera karker, tevgera gundiyan û mirovên ji rêzê bûm.”

Back to top button