Rûspiyê êla El Elî Şêx Remedan El Rehal destnîşan kir ku êlên Reqayê piştgiriya operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya QSD`ê dikin û bang li şêniyan kir piştgiriya QSD’ê bikin.
Xelkê herêmê û rûspiyên wê, piştgiriya operasyonê dikin ku ji nav wan, rûspiyê êla El Elî şêx Remadan El Rehal heye.
El Rehal diyar kir ku divê ev şane û bazirganên narkotîkê bên girtin û ewlehî li herêmê bê xurtkirin û got:
“Em piştgiriya QSD’ê dikin.
Ji ber ku narkotîk bi awayekî neyînî bandor li civakê dike.
Divê kesên tevliheviyê çêdikin û dixwazin îstiqrara herêmê têk bibin, werin girtin.”
Her wiha El Rehal bang li tevahî êlan kir ku li rex QSD`ê bisekinin û ji bo sepandina ewlehiyê çi ji destê wan tê bikin.