Eşîrên Bakur û Rojhilatê Suriyê piştgiriya QSD’ê dikin

Şêx û rûspiyên eşîreyên heremê li dijî hewildanên ku dixwazin li Dêrazaorê fitnê derxînin daxuyaniyek hevpar dan û ew hewildan şermezar kirin.
Şêr û Rûsipiyan piştgiriya xwe ji bo hêza QSD’ê ragihandin û gotin:
“Tu kes û alî nikare yekiti biratiya Kurd û Ereban ji holê rake.”

Şêx û rûspiyên eşîreyên Bakur û Rojhilatê Suriyê, bi dehan nûner û rûspiyên eşîreyên kurd, êzidî, Suryanî û Aşûrî daxuyaniyekî hevbeş dan.

Şêx û rûspiyan piştgiriya Operasyona QSD kirin û gotin:

Em hemû hewildanên derxistina Fitne û tevlîheviyê li herêmê bakur û rojhilatê sûriyê red dikin.

Eşîrên herêmê: Em aliyên ku dixwazin fitnê derxin şermezar dikin

Di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin ku em biratiya gelan dixwazin.

Aliyên ku hewil didi bi van fitnetiyan ziyanê bigihîne biratiyan me şermezar dikin.

Li ser vî bingehî em dibêjin wê tu alî bi riya derxistina fitneyan, nikaribe ziyan bigihîne biratî û ewlehiya gelên herêmê.

Eşîrên herêmê: QSD hêza me ye, em li gel wî ne

Şêx û rûspiyan piştgiriya xwe bi hêzên QSD’ê re ragihandin û diyar kirin ku pêwîste gelê DêraZorî xwedî li destketiyan derkevin.

Her wiha li dijî van hewldanan bertek nîşan bidin.

Ji bo wê, divê em li dora hêzên xwe kom bibin û destê xwe bixin destê hev.

Pirojeya rêveberiya xweser dijî aliyên dijber xurt bikin û xwedî lê derkefin.

Pêwîste li tevahî Sûriyê gorî pirojeya meclisa Sûriya Demokratîk wekhevî û biratî pêk were.

Back to top button