QSD çeteyekî DAIŞ li gundewarê Hesekê girt

QSD li bajarokê El Deşîşe yê navçeya Şedadê çeteyekî DAIŞ’ê girt ku pê re çek, amûrên leşkerî hebûn.
Hêzê, destnîşan kir ku ev çete di qaçaxiyê de kar dike û ji çeteyên DAIŞ re çek peyda dike.
QSD’ê her weha bang li xelkê Dêrazorê kir ku bi wan hevkar bin da ku sûcdaran bigirin û li gorî qedexeya derketinê tevbigerin.

Navenda Ragihandinê ya QSD ragihand ku hêzê di operasyonekê de çeteyek li bajarokê El Deşîşe girtiye.

Navendê agahiyên berfireh ên operasyonê parve kirin û got:

Di çarçoveya operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de, YAT’ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG), duh operasyonek li dar xist.

Di wê operasyonê de, çeteyekî şaneyên DAIŞ’ê li bajarokê Deşîşe yê navçeya Şedadê hate girtin.

Çeteyê hatî girtin, di qaçaxiyê de û peydakirina çek ji DAIŞ’ê re çalak bû.

Navendê aşkera kir ku bi çete re, çek û amûrên leşkerî jî hatine desteserkirin.

 QSD bangewaziya xelkê Besîra û Zîban bersivand

Bi daxuyaniyekî din, navenda Ragihandinê ya QSD bangewaziya xelkê bajarokên El-Besîra û El-Zîban ên Dêrazorê berisivand.

QSD di daxuyaniya xwe de got:

“Me bangewaziyên we ji bo hêzên me wergirtin ku we ji çeteyên tevlihevî li herêmê belav kir, derbe li ewlehiya herêmê da û hewl dan fitneyê belav bikin, xilas bikin.

Hêzên QSD bi xelkê herêmê re ne û dê li dijî wan çeteyan tevbigerin.

QSD: Em bi were ne û dê li dijî çeteyan tev bigerin

QSD bang li xelkê dêrazorê kir ku bi şervanan re hîn zêdetirk hevkariyê bikin û wan çeteyan aşkera bikin.

Ji bo ev komên çete nekevin malên we, divê hûn li gor qedexeya derketinê tev bigerin.

Şervanên me zarokên we ne. Em zorderan efû nakin ku xwîna zarokên me rijandin.

QSD destnîşan kir ku ewê xebat û operasyonên xwe li dijî rêxistina terorîst, heta pêkanîna ewlehiyê li herêmê dewam bikin.

QSD hin mayîn li gundewarê Dêrazorê bê bandor kirin

Hemwextî wê, li ser agahdariya şêniyek bajarokê Hewaêc Bû Mesa tîmên pirspor ên QSD hin mayîn bê bandor kirin.

Mayîn ji bo hedefgirtina hêzên operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” hatibûn bicihkirin.

Back to top button