Ji YE bo Tirkiyê hişyariya biryara konseya parastinê ya NY

Li ser aloziya rawestandina keştiya dewleta tirk ya li Derya Spî, YE biryara Konseya Parastinê ya NY bi bîra Tirkiyê xist û got, Tirkiye biryar binpê kiriye.

Keştiya Tirkiyê roja yekşemê dema dixwest pêwistiyên hikumeta Wifaq ya Îxwanî ya Lîbyayê bibe, ji aliyê hêzên deryayî yên Almanya ve hatî rawestandin.

Li ser vê yekê tansiyona navbera Tirkiye û welatên YE de careke din bilind bûbû.

Dewleta tirk ev yek weke binpêkirinekê binav dikir û daxwaza lêbûrînê dikir.

Îro YE bersiva vê yekê da û li cihê lêborînê, biryarên Konseya Parastinê ya NY bi bîra Tirkiyê xist.

Di daxuyaniya ji aliyê Berpirsê Bilind yê Polîtîkaya Parastin û Danustandinên Derve yê YE de wiha got:

Tirkiye biryara Konseya Parastinê ya NY a bi jimara 2292 ku ji bo qedexekirina şandina çekan a Lîbyayê binpê kiriye.

Li gorî biryarê her kşetiyek bi goman li herêmê tevger dike, dikare were rawestadin.

Ev yek jî bi tena serê xwe mafê rawestandin û lêgerînê dide hêza Almanya ku keştiyê rawestîne.

Back to top button