2 JINÊN ÊZIDÎ JI KAMPA DERXISTIN Û RADESTÎ MALA ÊZIDIYAN KIR

Mala Êzidiyan a herêma cizîrê bi hevkariya rêveberiya kampa Holê 2 jinên Êzidî yên ji şengalê radest kirin.

Her du jinên êzidî Dexîl Beşar û Dilsoz Mustefa Emî ji gundê Koço yê başûrê Şengalê ne.

Çeteyên DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an ev jin ji Şengalê revandibûn.

Di opersyonên şervanên QSD’ê yên li dijî DAIŞ’ê ev her du jin hatin rizgarkiribûn.

Mala Êzidiyan her du jin ji kampê derxistin û niha li gel Mala Êzidiyan in.

Mala Êzidiyan jî wê wan radestî Meclisa Şengalê bikin.

Heta niha mala êzidiyan hejmareke mezin ji jin û zarokên Êzidî derbasî Şengalê kirine.

Leave a Reply

Back to top button