Li ser berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG li dijî Tirkiyeya dagirker Serokê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas dibêje ” Tişta ku dijmin jê ditirse, gerîla wê dike, ew jî azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye.” Mihemed Ebas piştrast kir “Di dîroka gelan de tevgereke wekî gerîla zana û leheng tune ye.”
7 meh bênavber Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên berfireh ên dagirkeriyê pêk tîne.
Li hember van êrişan gerîla bi awayekî xurt sekinî, li ber xwe da û hîna jî dide.
Serokê Partiya Kombûna Nîştîmanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas derbarê vê berxwedanê de ji ajansa AHHA’yê re nirxandin kir .
Ebas anî ziman “Di dîroka gelan de tevgereke wekî gerîlayên azadiya Kurdistanê hişmend, zana û leheng tune ye.” û piştrast kir “wê dewleta Tirk û serkêşê wê Erdogan li hember berxwedana gerîla têk biçe.”
Serokê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas dawiyê tekez kir ku têkoşîna gerîla rûyê rast ê Dewleta Tirk eşkere kiriye û got “di şerê li dijî gerîla de, Tirkiye ji niha ve bi bin ketiye. “