Komîteya Kar û Barên Civakî ya Tebqayê kampanyaya alîkariyê ragihand

Komîteya Kar û Barên Civakî û Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinên Mirovî ya bajarê Tebqayê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyayê alîkariyê bi navê “Ev der Sûriyeyê ye” ragihand.

Li Tebqayê bi daxuyaniyekê kampanyaya alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê hat ragihandin.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê komîteyê Mehmûd El Îsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Komîteya Kar û Barên Civakî bi hevkariya Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinên Mirovî, deriyê pêşkêşkirina alîkariyê li pêşiya her kesî vedike.

Di çarçoveya kampanyayê de komîte û tîm hatine avakirin.

Di daxuyaniyê de banga alîkarîdayînê li şêniyan hate kirin û heta gotin ku alîkarî wê li depoya ku komîteyê li nêzî sûk El Hal vekiriye, were komkirin.

Back to top button