“Li şûna ku PDK hevakariya dewleta Tirk bike, divê ji bo yekîtiyê bixebite”

Şêniyên Hesekê û siyasetmedarên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, li dijî hevkariya Dewleta Tirk û PDK’ê ya di şerê li dijî gerîlayên Kurdistanê de, bertek nîşan dan.
Siyasetmedar û Şêniyan bang li PDK’ê kir ku nebe beşek ji pilanên dewleta Tirk.

Koma Civaka Kurdistanê (KCK) di 26`ê Adarê de bi daxuyaniyekê hişyarî dabû ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê tevlî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Hêzên gerîla bibe.

Derbarê hevkariya di navbera Dewleta Tirk û PDK’ê ya di şerê li dijî gerîla de, şêniyên bajarê Hesekê bertek nîşan dan.

Ferhan Dawûd, destnîşan kir ku PDK`ê di êrîşa li dijî Başûrê Kurdistanê de, destek dide dewleta Tirk û got:

“Armanc şikandina vîna gelê Kurdistanê bi giştî ye.

Piştî hevdîtina Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re ku di 12’ê Adarê de li Tirkiyê pêk hat êrîş dest pê kirin.

Divê civaka Kurdistanê bi yekîtiya xwe, li hember pilanên dewleta Tirk bisekine.”

Yusra Îliyas jî destnîşan kir ku PKK`ê nûnertiya kurdan dike û wiha domand:

“Divê PDK`ê ji planên dewleta Tirk a dagirker dûr keve.

Divê li şûna vê yekê, ji bo yekitiya kurd bixebite.”

Mehmûd Memê jî diyar kir ku pêwîstiya kurdan bi yekitiyê heye û bang li PDK`ê kir ku nebe beşek ji plana dewleta Tirk a dagirker.

Remedan Fetah jî da xuyakirin ku plana dawîn a dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê berdewama planên li dijî vîna gelê Kurd e.

Siyasetmedar û çalakvanên li Başûr: Divê ti alî piştgiriyê nedin êrişên dagirkeran

Beşek ji aliyên siyasî yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî hewldanên xistina Kurdan di nava şerekî li hemberî hev de, derketin.

Berpirsê Şaxê Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê ya Silêmaniyê Ehmed Xidir got:

“Şer ne çareserî ye.

Pêwîste Tirkiye serî li pêvajoya aştî, diyalogê û rûniştina li gel Kurdan bibe û bi awayek demokratîk doza Kurd çareser bike.

Pêwîst e hemû aliyên Kurdistanê bi yek dengî li dijî dagirkeriyê rawest in.

Em daxwazê dikin ku ti aliyek Başûrê Kurdistanê û parçeyek din ê Kurdistanê hevkariya vê destdirêjiyê neke.”

Endama Komeleya Komûnîst a Îranê Kanî Kerempur jî bal kişand ser tevlîbûna PDK’ê ya li nav planê dewleta Tirk û got:

“Hêvîdarim ku tiştek wiha nebe û tevlî nebe.

Wê gerîla li hember êrîşan çok nedane û wê weke Rojava berxwedanê bike.”

Sîyasetmedar Simko Reşîd jî got:

“Her partiyek siyasî hevkariya Tirkiyê bike, wê ziyanek mezin lê bibe.

Divê welatî dakevin qadan û PDK’ê bikeve lîsteya reş.”

Back to top button