
Îro salvegera damezrandina 10. a Meclisa Leşkerî ya Suryanî ye. Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi vê boneyê daxuyaniyeke da û salvegera demezrandinê li gelên Suryan û Asurî pîroz kir.
Fermandariyê bi boneya salvegera 10’an a damezrandina meclisê daxuyaniyê nivîskî da û got:
Tevî hemû astengiyan, Meclisa Leşkerî ya Suryanî di dirêjahiya 10 salên borî de li gorî derfetên xwe hewl da ku hebûna gel, rûmet û mafê wê yên rewa mîsoger bike.
Fermandariyê salvegera 10. a damezrandinê pîroz kir
Fermandariyê diyar kir ku ew kêliyekê jî, li dijî rêxistinên terorîst dudilî nebûn û bi hevkariya şirîkên xwe yên welatparêz û Koalîsyona Navneteweyî şerê terorê kir da ku ewlehiyê li tevahî herêmên rizgarkirî, mîsoger bikin.
Meclisa Leşkerî ya Suryanî ev tişt got: Em dibînin ku pêwîstî bi çareyeke siyasî heye ku yekitiya xaka Sûriyê û destkeftiyên ku hatine bidestxistin, were parastin.
Dawiyê Meclisê soz da gelê xwe yê Suryan-Asur ku ewê şopdarên xeta şehîdan bin heta ku vê qonaxa dijwar derbas bikin û ewlehiyê pêk bînin.