Li zindanên Tirkiyê greva birçîbûnê di roja 51’an de dewam dike

Li dijî tecrîda ser rêber Ocalan û binpêkirinên mafên giritiyan, li zindanên Tirkiyê greva birçîbûnê di roja 51’ê de ye.
Bi heman armancê, li Wargeha Mexmûrê û li gelek bajarên Ewropayê jî çalakiyên grevên birçîbûnê dewam dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, li 107 girtîgehên Tirkkiyê berdewam dike.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.

Çalakiya girtiyan ji aliyê koma 11’emîn ve bi biryardarî di roja 51’emîn de berdewam dike.

Li Wargeha Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 30 de dewam dike

Her wiha li Wargeha Mexmûrê, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan ji 18’ê kanûna 2020’an ve, çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin.

Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 30’an de dewam dike.

Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên grevên birçîbûnê dewam dikin

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriyî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.

Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger , Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 13’an de dewam dike.

Bi heman armancê duh li Malmo, Goteborg û Helsîngborgê yên Siwêdê, Kurdistaniyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger kir.

Çalakî wê 3 rojan bi tevlîbûna 5 kesan dewam bike.

Li paytexta Fînlanda Helsînkiyê jî, çalakiya grevê ku 8’ê Çileyê dest pê kirî, hîna li dar e û çalakiya nobedê ya li Berlînê jî, di roja xwe ya 6’an de ye.

Back to top button