Geir Pedersen: Ne beraqil e 5 artêşên biyanî li Sûriyê hebin!

Nûnerê navdewletî yê Sûriyê, Geir Pedersen, daxuyakirin ku ne beraqil e pênc artêşên biyanî li Sûriyê hebin û banga çareserkirina vê kêşeyê kir.

Geir Pedersen diyar kir ku 3 herêm li Sûriyê hene di bin kontrola hêzên biyanî de ne û got ku divê ev rewş were guhartin.

Pedersen ji aliyekî din ve, li hember Konseya Ewlekariyê anî ziman ku sivîlên Sûrî pêwîstdarên alîkariyên lezgîn in û divê bi çi awayî be, bigihêjin wan.

Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen banga domandina gihandina alîkariyên mirovî bo welatiyên Sûrî kir, bi mercê ku derbasbûna wan ne bi rêya Şamê be.

Heya vê rojê, alîkariyên mirovî bo welatiyên Sûrî li gor daxwaziya Rûsyayê, tenê bi rêya Şamê derbas dibin.

Tê payîn, 10 meha bê, anku Tîrmehê, dema derbaskirina alîkariyan di dergeha Bab El-Hewa re ku ya tekane vekirî maye, bi dawî bibe.

Back to top button