ENCAMÊN DAWÎ YÊN TEQÎNÊN REQA Û ŞEDADÊ

LI REQAYÊ MAYINEK Û 2 EREBE TEQIYAN AGAHIYÊN DESTPÊKÊ 9 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Piştî têkbirina DAIŞ’ê, êdî şaneyên wê yên razayî xuya dibin.. Li Reqayê rêzeteqîn pêk hatin, li gorî agahiyên destpêkê, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da.. Di heman demê de, li Şedadê jî, erebeyek bombebarkirî êrîşî Koalîsyonê kirin, lê tu zirar çênekir.

Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê di aliyê çekdarî de, êdî şaneyên xwe yên raza xistiye tevgerê.

Ji çaxa ku QSD’ê serkeftina xwe li dijî DAIŞ’ê ragihandiye, şaneyên razayî, teqînan li dijî sivîlan pêk tînin.

Li Kolana Basil a bajarê Reqayê, mayinek û piştî çend kêliyan du erebe bi hev re teqiyan.

Nûçegihanên me ji bajar ragihandin ku di encamê de, 2 zarok di nav de sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 9 jî birîndar bûn.

Hêzên ewlehiyê, yekser destwerdan kirin û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Lê belê têkildarî rewşa birîndaran ti agahî bi dest nexistin.

LI ŞEDADÊ ÇETEYEKÎ XWEKUJ BI EREBEYEKE BOMBEBARKIRÎ ÊRÎŞÎ DEWRIYEYEK KOALÎSYONÊ KIR

Di heman demê de, saet 12:35’an li ser riya navbera bajaroka Şedadê û ya 47’an xwekujekî bi erebyeke bombebarkirî êrîşî dewriyeyek Koalîsyona Navdewletî kir..

Li gorî agahiyên ku gihaştin destê me di encama vê teqînê de tu zirar negihîştiye endamên Koalîsylîsyonê.

Ev ne cara yekê ye ku Koalîsyona rasterast tê hedefgirtin..

Di meha çile de, di encama hedefgirtina dewriyeyek Koalîsyonê li Minbicê de, 4 Emerîkî di nav de 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Beriya çend rojan Ajansa Hawarê hevpeyvîn bi yek ji çeteyên ku êrîşa Minbicê pêkanîbû re çêkir..

Çete li xwe mikur hat ku, plana êrîşê li Idlibê ya di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de ye hatibû danîn..

Ev yek eşkere dike ku, bi awayekî rasterast destê Dewleta Tirk di van êrîşan de heye..

Her wiha di encama lêpirsîna bi sedan ji çeteyên girtî re, têkiliya Dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi rnegekî zelal eşkere dibe..

Ji xwe piştî ku QSD’ê DAIŞê têk bir, eşkere kir ku, wê operasyona wan li dijî şananeyên veşartî yên DAIŞ û Dewleta Tirk be..

Leave a Reply

Back to top button