Kremlin: Eger QSD’ê xwe ji ser sînor venekişîn e wê li hember Tirkiyê rû bi rû bin

Kremlin di civînek çapemeniyê de ragihand ku vekişandina QSD’ê li ser sînorê re bi tirkiyê re weke gavek erênî nirxand .

Berdevkê Koçka Serokatiya Rûsyayê Krêmlin, Dîmîtrî Peskov di civînek çameneniyê de ragihan ku niha li ser sînorê Tirkiyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî hêz û alavên leşkerî yên Rusya û Rêjîma Sûrî tên belavkirin.

Dîmîtrî Peskov ev yek weke karekî baş nirxand û got:

Ji bo dewriyeyên hevbeş li ser sînor di pêvajoya yekem de hin pirsgirêk derketin.

Peskov diyar kir ku eger QSD’ê xwe ji ser sînor venekişîne wê li hember Tirkiyê rû bi rû bimîne, wê demê Rûsya û Rêjîma Sûrî nikarin bibin navbeynkar.

Beriya niha bi demekê QSD’ê ragihand ku wan hemû hêzên xwe ji Serê Kaniyê û Girê Spî vekişandin e.

Leave a Reply

Back to top button