Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) binpêkirinên mafê mirovan a dewleta Îranê li hemberî xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava 55 rojan eşkere kir.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê îşaret bi siyasetên dewleta Îranê yên çewsandinê kir û ragihand ku bi awayekî rojane û sîstematîk mafên mirov tê binpêkirin.
KMMK : 67 kes li Rojhilat hatine qetilkirin
Komeleyê diyar kir ku di nava 55 rojên xwepêşandanan de bi taybetî li Rojhilatê Kurditanê, herî kêm 775 kes hatine girtin, 67 kes hatine qetilkirin û 37 kes jî birîndar bûne.
Di dawiyê de Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku ji ber dewleta Îranê rê nade saziyên mafê mirovan û ragihandinê, rapora heyî tenê beşek ji binpêkirinên hatî tesbîtkirin e.