Nêçîrvan Barzanî: Gotinên Nesrullah cihê mixabîniyê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê gotinên Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah mixabîniya xwe anî ziman, Parlementoya Herêmê jî bersiva Nesrullah da û gotinên wî red kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê gotinên Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah ên li dijî Serok Mesûd Barzanî, daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got: “Hesen Nesrulla bi şêweyeke nehêja derheqê Serok Mesûd Barzanî û Pêşmerge de axivî.

Cihê mixabiniyê ye ku kesekî weke Hesen Nesrulla bêyî berçavgirtina rola Serok Barzanî di rûbirûbûna rejîmên dîktator û rola meydanî ya şikandina DAIŞê de, bi vî şêwazê ku hestên gelê Kurdistanê birîndar dike, axiviye.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Pêşmerge bi serkirdatiya Barzanî roleke bibandor di şikandina DAIŞê de lîst.

Nêçîrvan Barzanî daxuyaniya xwe wiha bidawî kir: gelê Kurdistanê ti caran alîkariya dostan ji bîr nekiriye û spasiya dostên xwe jî kiriye, ku di şerê DAIŞê de bûne alîkar.

Parlementoya Başurê Kurdistanê
Em zêdegaviyê ji ti kesî qebûl nakin

Ji aliyê xwe ve Parlamentoya Herêma Kurdistanê bersiva gotinên Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah da û ragihand, em bi hemû şêweyekê wan gotinan red dikin û zêdegaviyê ji kesekê qebûl nakin.

Herwiha parlamentoya Kurdistanê teqez dike, “Em weke parlamentoya Herêma Kurdistanê bêrêziya li hember hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û li hember her sembolekî netewa me şermezar dikin.”

Leave a Reply

Back to top button