HPG’ê ragihand, di çalakiyên Gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirk de, 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û droneyek hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya HPG’ê derbarê çalakiyên Gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker de agahî belav kirin..
Li gorî vê:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
10’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên gerîlayan ên bi tevger li dagirkeran xistin.
Li vir, 7 dagirker hatin kuştin.
Di heman çarçoveyê de li herêma Xakurkê, gerîlayên jin bi çalakiyên bi bandor li dagirkeran xistin.
Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî di çalakiyên gerîlayên jin de, 2 dagirker hatin kuştin û deronek hat xistin.
HPG: Artêşa Tirk 2 caran bi bombeyên qedexekirî êriş kir
Têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî dan:
Qadên Berxwedanê 2 caran bi bombeyên qedexekirî, 3 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hat bombebarankirin..