Hikûmeta Şamê nahêle derman sotemenî û pêwistiyê jiyanê derbas bibe

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ambargoya ku hikumeta Şamê li ser herdu taxan sepandiye, didome. 

Têkildarê mijarê Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya herdu taxan Leyka Hesen axivî.

Leyla Hesen da zanîn ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber ambargoyê şênî zehmetiyê ji bo peydakirina xwarin, derman û sotemeniyê dikişînin.

Leyla diyar kir ku li herdu taxan hin ji wan ji herêmên hikumeta Şamê koçber bûne û ji ber ewlehiya lê bi cih bûne.

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê Leyla Hesen di dawiyê de got: “Hikumeta Şamê her tiştî qut dike gelo mirovatî li ku ma?.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev ambargoha li ser daxên şêxmeqsud, eşrefiye û şehbayê piştî hewildanên lihevkirina tirkiye û hikûmeta şamê kete meryetê.

Back to top button