KJK: Êrişên dewleta Tirk bi armanca şikandina îradeya me ye

Koordînasyona KJK’ê bal bir ser êrişên zêde yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û bang li hemû hêzên jinan û tevahiya gel kir ku ji bo li her qadê rê li ber vê êrîşa faşîst bigrin.
KJK destnîşan kir ku ev êrişên ku tên kirin ji ber bêdengiya cîhanê ye û got:
Yên îro dengê xwe nakin wê sibehê roj ji xwe fedî bikin.

Têkildarî êriş û kirinên dewleta Tirk a qirker ên li dijî Jinan û gelê Kurd Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand.

KJK di daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrişên li dijî dayikên aştiyê ên li Bakurê Kurdistanê û êrişa doh a li dijî rojnamevanên li qada Rojava.

Di serî de KJK, di şexsê welatparêzê di encama êrişê de şehîd bû hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û ji rojnamenvên birîndar re jî şîfa xwest.

KJK diyar kir êrîşên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî mafê mirovan û rûmeta mirovahiyê ye û wiha got:

Ev êrişên herî qirêj û hovane ne. Ne ew êrîş in mirov bi tenê şermezar bike.

Êrîşên ku îro li ser dayikên aştiyê yên Kurdistanê, rojnamevanên jin, siyasetmedar û têkoşerên ji her beşê jiyanê tên kirin, bi armanca şikandina moral û îradeya me ne.

KJK: Ev êrişên hovanê bêçarebûna dawîn yê dewleta Tirk e

KJK destnîşan kir ku divê bê zanîn ev êrîşên hovane bêçarebûnên dawîn yên desthilata Tirk a qirker û got:

Berxwedan wê teqez dawî li faşîzm û desthilatdariya mêr a li van xakan bîne.

“Yên îro dengê xwe nakin wê sibehê ji xwe fedî bikin”

Bi domdarî kordînasyonê anî ziman ev êrişên ku tên kirin ji ber bêdengiya cîhanê ye û ev yek got:

Lewra ji bo girtina ber li van êrîşan em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin, helwesta xwe bidin der.

Yên îro dengê xwe nakin wê sibehê roj ji xwe fedî bikin.

Tişta DAÎŞ’ê nîvco hiştiye, rejîma faşîst a Komara Tirkiyê dixwaze li hemû parçeyên Kurdistanê temam bike.

KJK’ê bang kir: Wê roja dayîna hesabê sûcên dewleta Tirk were

Koordînasyona KJK’ê teqez kir ku roja dayîna hesabê sûcên dewleta Tirk a qirker tên kirin wê were û ev bang kir:

Em eşkere dikin ku em ê li dijî polîtîkayên bi zext û zilmkarî bi awayekê xurt têbikoşin.

Bi vê bawerî û biryardariyê em bang li hemû hêzên jinan, hemû gelê me yê li welêt û derveyê welêt dikin ku ji bo rawestandina rewşa bi faşîzanî têkoşîna bi radîkalî ya aktîf geş bikin.

Em soz didin ku em ê pêşerojeke azad pêşkêşê wê wan bikin û êşên wan telafî bikin.’

Back to top button