Hêzeke ji Lîwaya 1 a pasevanên sînor ên girêdayî hikûmeta Iraqê li çiyayên li sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yê ser bi Zaxoyê bi cih bûn.
Hêzêke ji Lîwaya 1 a pasevanên sînor ên girêdayî hikûmeta Iraqê li çiyayê Şabinî û Dêrê yên li sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yên ser bi Zaxo bi cih bûn û ala Iraqê li wir bilind kirine.
Rêveberê bajarokê Batufa Dilşêr Ebdulstar têkildarî mijarê got, “Lîwaya 1 a pasevanên sînor Kurd in.
Baregeha wan a sereke li Batûfa ye. Ji ber vê tevgera heyî çûne cihê xwe yê berê jê vekişiyabûn.
Bi sedema şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de çûne wir.”