Salvegera 8’an a serkeftina Kobanê

8 sal li ser berxwedana Kobanê re derbasbû, hêzên dagirker bi destê DAIŞ’ê hewildan Kurdan têk bibe, lê Kobanê têkneçê dagirkeriya tirk têkçû, hevkarên wan têk çûn.Kobanê doh berxwe da îro jî berxwe dide.

Qibleya Kurdan livir e. Kurdan ji bo azadiyê, li vî bajarî carek din dîrok nivîsand.

Di 13’ê îlonê de êrîşên DAIŞ’ê li ser bajarê Kobanê re hatin despêkirin.

Dewleta Tirk bi piştgiriya terora DAIŞ’ê hewil da tevahi xaka Sûrî dagir bike.

Ew bajarê ku li ber ketibûnê bû. dewleta Tirk hemî derfetên xwe bi hevkariya DAIŞ’ re pêkanîn.

û êrîşên dijwar li ser bajarê Kurdan de anî.

134 rojan şervanên YPG-YPJ berxwedaneke man û nemanê raber kirin ku kurd bi berxwedana xwe nakevin.

Dewleta Tirk bi hevkariya DAIŞ’ê carek din êrîşên sivîlan kir

Di êrîşa 24’ê Hezîrana 2015’an de 233 welatiyên Kobanê şehid ketin û 273 welati jî birîndar bun…

Tevahi kurdan û mirovahiyê piştgiriya xwe ji bo bajarê Kobanê destnîşan kir.

Ev bajarê biçuk, Stalingrada Kurdan bû,

Niha! di ser azadkirina Kobanê re 8 sal derbas dibe.

Dilê hemi Kurdan li vî bajarî lê dida. tevahi Kurdan jî dinyayê jî ev berxwedana bi rumet ber bi serkeftinê ve bir.

Roja 1’ê Mijdarê wek roja cîhanê ya Kobanî kete dîrokê

jina Kurd jî şervanên Enternasyonalist jî û tevahî dinyayê navê ‘Kobanî’ hil dabû.

Bi dehan çirok û efsaneyên berxwedanê li vî bajarî hatin nivîsandin.

Ev bajarê ku wek sembola berxwedanê kete dîrokê

Bajarê ku ji terora DAÎŞ’ê rizgar bû, rûmeta serkeftinê ya mirovahiyê hat bi nav kirin.

Ev 8 salin hîna ev bajar di bin gefan de ye û hîna li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide.

Dewleta Tirk bi her awayî êrîşê vî bajarî kir û heta niha jî êrîşên xwe berdewam dike.

Gefên Erdogan û dagirkeriya Tirk ku li ser axa sûrî hîna berdewam dike.

Dagirkirina bajarê Kobanê di hedefa dewleta Tirk de ye.

Her roj êrîşê sivilan tê kirin û gef li ser vî bajarî xilas nebuye.

Dewleta Tirk di sala 2011’an vir ve hewil dide destkeftiyên gelê heremê li sûrî têk bibe û vê bajarê ku ku Kurdan wek qibleya xwe diyar kiriye, pilan dike ku carek din dagir bike.

Ev bajar li hember hemi gefan li ber xwe dide….

Back to top button