
Çeteyên DAIŞ’ê îro li Kerkûkê êrîşî wesaîteke leşkerî ya hêzên Asayîşa Iraqê kirin.
Di êrîşê de 2 endamên Asayîşa Federal jiyana xwe ji dest dan.
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li geliyê Zexîtûn ê başûrê taxa Riyad a bajarê Kerkûkê pêk hat.
Li gorî tora Ragihandina Ewlehiya Iraqê, endamên Furqeya Aliyat ya Asayîşa Federal ku wesaîteke lojîstîkê diajotin, rastî êrîşê hatin.
Çeteyên DAIŞ`ê ji rewşa hewayê ya xirab sûd wergirtin û êriş kirin.
Hat diyarkirin ku di êrişê de 2 endamên Asayîşa Federal a Iraqê jiyana xwe ji dest dan.