TJA’yê li Bakurê Kurdistan, li Wan û Şirnexê dest bi kampayna xwe kir

Tevgera Jinên Azad-TJA’yê li Bakurê Kurdistan piştê 15’ê Îlonê li dijî tundiya li ser jinan û tecrîda li ser Rêber Ocalan pêngava ‘Em xwe diparêzin’ dan destpêkirin.
Li gelek bajaran jinan bi çalakiyan starta pêngavê dan.
Jinan piştî bajarên Colemêrg, Riha Îzmêrê duh jî li Wan û Şirnexê starta pêngavê dan.

Li gelek bajaran Tevgera Jinên Azad-TJA’yê bi çalakiyan starta pêngava ‘Em xwe diparêzin’ ku TJA’yê 15’ê Îlonê de dabû destpêkirin dan.

Piştî bajarên Colemêrg, Riha Îzmêrê duh jî jinan du bajaran starta kampanyayê dan

Yek ji wan bajaran Wanê bû.

Endamên TJA’yê li hewşa avahiya HDP ya Wanê kombun. Tevî parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkun, parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û gelek jin di çalakiyê de amade bûn.

Piştre li derbarê pêngavê de daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye ewê li dijî tecrîdê têbiloşin.

Li Şirnexê jî Starta kampanyayê li ber avahiya HDP ya Şirnexê hat dayîn. Jinan gotin ewê li hember her cûre tundiyê xwe biparêzin.

Back to top button