Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 113 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 4 rewşên mirinê hatin tomarakirin.
Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 113 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.
Ew jî;
- 21 li Reqa
- 20 li Minbic
- 15 li Qamşlo
- 13 li Hesekê
- 8 li Dirbêsiyê
- 8 li Amûdê
- 7 li Dêrikê
- 6 li Tebqa
- 5 li Rimêlan
- 4 li Kobanê
- 4 li Girkê Legê
- 1 li Dêra Zorê
- 1 li Tipêsbiyê
Desteyê diyar kir ku, 2 kes li Amûdê , 1 jî li bajarê Qamişlo , 1 jî li bajarê Hesekê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 15 jî rihet bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 1120’an, 328’an ji wan baş bûne û 52’an jî jiyana xwe ji dest daye.