KCK’ê ji 31. festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî re peyamek şand

Ji bo festivala çanda Kurd a li Elmanyayê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik peyamek şand û qala rola sereke ya çand û hunerê û keda Rêber Apo a ji bo vê yekê kir.
Bayik destnîşan kir ku êrîşên modernîteya kapîtalîst û xayinan tenê bi têkoşîna leşkerî nayên şikandin û got: Em dikarin van êrîşan, bi têkoşîna di qada çand û hunerê de pêş bikeve, bişkînin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo 31. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de peyamek şand.

Cemîl Bayik di serî de festîval li her kesî pîroz kir û şehîdên Tevgera Azadiyê û hunermedên nemir bi bîr anîn.

“Rêber Apo ji bo pêşketina Çand û Hunera Kurd kedeke bê hempa da”

Paşê Bayik îşaret bi keda Rêber Apo a ji bo xurtkirina Çand û Hûnera Kurd kir û ev yek got:

Rêber Apo got, “Çand beden e, ziman beden e, erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derkevin.”

Ji bo zîhniyet, kesayet û jiyana Kurdan pêş bixe, Rêber Apo gelek têkoşîn meşand.

Di encama vê de gelê Kurd, gihand asta gelekî tê hezkirin û mînak tê girtin.”

“Têkoşîna me nirx û derfetên gelekî mezin afirandiye”

Li hemberî ked û têkoşîna Rêber Apo û Tevgera Azadiyê Cemîl Bayik bal kişande li ser berpirsyariya hunermendan û got:

Divê hunermend van rastiyan di nav gelê Kurd û gelên din ên cîhanê, di qada navneteweyî de hê zêdetir pêşve bibin.

“Êrişên modernîteya kapîtalîst bi tenê bi têkoşîna leşkerî nayê şikandin”

Bayik destnîşan kir ku êrişên modernîteya kapîtalîst û xayinan tenê bi têkoşîna leşkerî nayên şikandin û wiha domand:

Ji bo ev êrîş werin şikandin, pêwîst e em di qada bîrdozî de şer û têkoşînê pêş bixin.

Em dikarin van êrîşan, bi têkoşîna di qada çand û hunerê de pêş bikeve, bişkînin.

Cemîl Bayik: Divê konservatûarên hunerê were vekirin

Bayik pêşniyaz kir ku di demek herî kurt de divê konservatûar were vekirin û got:

“Êdî dem hatiye ku di muzîk, sînema, şano, wêje, folklora Kurdî de gav werin avêtin.”

Bayik: Divê dil û mejiyê gelê me yê li Ewropa li Kurdistanê be

Her wiha Cemil Bayik têkoşîna bêhampa ya gerîlayan a li dijî êrişên dagirkeran bibîrxist û wiha banga berpirsiyariyê li Kurdistaniyên Ewropa jî kir:

Gelê me yê li Ewropayê, divê dil û mejiyê wê li Kurdistanê be.

Gelê me yê li Ewropayê her tim bi erênî rol lîstiye.

Ez bawer dikim ji niha û pêde jî ew ê dewam bike, ji niha de tevlîbûn û têkoşîna gelê me pîroz dikim.

Cemîl Bayik: Têkoşîna sereke azadiya Rêber Apo ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku têkoşîna sereke azadiya Fîzîkî a Rêber Apo ye û wiha bi dawî kir:

Divê em di vê ferqê de bin ku 25 sal in gelê Kurd dîl hatiye girtin.

Eger me, bi temamî erk û berpirsyariya xwe tam bi cih bianiya, bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo re ew ê gelê Kurd jî bigihîşta azadiya xwe.

Back to top button