Lûtkeya serokên G20 li delhiya nû dest pê kir

Lîderên 20 welatên aboriya herî mezin yên cîhanê di Lûtkeya G20 de, civiyan.
Serokwezîrê Hindistanê Modi di axaftina xwe ya di vekirina lûtkeyê de, ragihand ku Yekîtiya Afrîkayê êdî “endameke daîmî” ya G20’e.

Lûtkeya 18’emîn a Lîderên G20 îsal li paytexta Hindistanê Delhiya Nû dest pê kir.

Lîderên welatên G20, ku ji sedî 85’ê berhema aborî ya cîhanî û ji sedî 75’ê bazirganiya cîhanê temsîl dikin, wê di sê rûniştinan de, li ser reformên aborî yên cîhanî gotûbêj bikin.

Serokwezîrê Hîndîstanê Narendra Modî bi daxuyanîya ku “Yekîtiya Afrîkayê êdî wê bibe endama daîmî ya Koma G20’an” vekir.

Li cihê “Hindistan” “Bharat”

Weke dihat pêşbînikirin, li pêşiya kaxeza ji bo diyarkirina navê welatan li cihê Hindistan “Bharat” hatibû nivîsîn.

Modî di axaftina vekirinê ya lûtkeyê de wiha got:

“Ez nûnerê Yekîtiya Afrîkayê vedixwînim ku wekî endamê daîmî yê G20ê cihê xwe bigire.”

Yekîtiya Ewropî (YE) ku endamek din a bloka G20 ye, li Delhiya Nû ji aliyê Serokê Konseya Ewropî Charles Michel û Seroka Komîsyona Ewropî Ursula von der Leyen ve tê temsîl kirin.

Mijara guherîna avhewayê yek ji rojeva sereke ya lûtkeyê ye.

Seroka Komîsyona Ewropî Von der Leyen bang li serokên G20 kir ku beşdarî pêşnûmeya avakirina pergalek bihayê karbonê ya cîhanî bibin.

Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beşdarî lûtkeyê nebûn.

Çîn bi nûnertiya Serokwezîr Li Chiang û Rûsya jî bi nûnertiya Wezîrê Karê Derve Sergey Lavrov nûnertiya welatên xwe di lûtkeyê de dikin.

Ji bo G20 tedbîrên ewlehiyê yên tund

Ji ber lûtkeya G20 li Delhiya Nû tevdîrên ewlekariyê di asta herî jor de ne.

Hat diyarkirin ku ji bo lûtkeyê bêtirî 50 hezar polîs hatine erkdarkirin.

Back to top button