Amerîka: Li Sûrî me 2 navendên hêzên Îranê bombaridman kir

Bi destpêkirina şerê Îsraîl û Hamasê, navendên Amerîka ên li Sûrî û Iraqê bûn armanca êrişan.
Amerîka ji vê yekê yekser Îran berpirsiyar nîşan dide.
Heta niha Tehran eşkere berpirsiyarî negirtiye ser xwe.
Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan li Sûrî 2 navendên Îranê bombardiman kirin.

Hamas, Hîzbullah, Îran û hevalbendên wan ji êrişên Îsraîl ên li dijî Xezayê Amerîkayê berpirsiyar nîşan didin.

Û ev nêzî 2 hefteyan e, baregeh û navendên Amerîka ên li Sûrî û Iraqê dibin armanca êrişên bi malafirên bê mirov.

Li gorî artêşa Amerîkayê, heta niha li Iraqê 12 û li Sûrî jî 6 caran êriş li dijî wan pêk hatine.

Di encamê de 22 leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Waşîngton îdîa dike ku Îran fermana van êrişan dide.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku wan li Sûrî 2 navendên hêzên girêdayî Îranê bombardiman kirine.

Li gorî daxuyaniya rayedaran, êrişa li dijî baregehên Îranê bi fermana serokê welat Joe Biden pêk hatiye

Wezîrê Pentagonê Lloyd Austin li ser mijarê axivî û got:

Pentagon: Eger êriş dewam bikin, wê bersiva me tûnd be

Hêzên Îranî ji 17’ê Cotmehê ve li Sûrî û Iraqê bi zanebûn li dijî me rêze êriş pêk anîn. Heta niha piraniya van êrişan di encama bersivdayînên me de hatine pûçkirin.

Divê were zanîn ku eger ev êriş dewam bikin, wê Amerîka bê terdûd hê zêdetir bersivê bide.

Perdevkê Pentagonê Pat Ryder jî li ser êrişan agahî parvekirin:

Herî dawî li Bakur Iraqê, herêma Kurdistanê ya Xweser, êriş li dijî baregeha hêzên Amerîkayê pêk hat.

Di vê êrişê de tenê ziyanî madî li baregehê bûn.

Em baş dizanîn ku hêzên girêdayî Îranê van êrişan pêk tînin. Lewma em yekser Tehran berpirsiyar dibînin.

Back to top button