Li Kolombiyayê ji ber şemitîna axê 14 mirin û 35 birîndar bûn

Li herêma Risaralda ya Kolombiyayê ji ber barana zêde ax şemitî. Di encamê de, 14 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Pereira ku navenda herêma Risaralda ya Kolombiyayê ye, barana zêde ku bi rojan e bi bandor e, şimitîna axê bi xwe re anî.

Li bajêr hin xaniyên li ser rê bû, hilweşiyane.

Ji aliyê din ve Yekîneya Rêvebiriya Rîska Afatê ya Neteweyî (UNGRD) ragihand ku di karesata ji ber şimitîna axê de heta niha 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, 35 kes jî birîndar bûne.

Her wiha kesên winda jî hene.

Kesên ku li herêmên nêzî çemê diherikî dijîn ji malên xwe derketin û ber bi cihên ewletir ve hatin veguhestin.

Li bajarê ku ditirsin hejmara miriyan zêde bibe, xebatên lêgerîn û xilaskirinê bi polîs, parastina sivîl, artêş, agirkuj û xebatkarên lêgerîn û xilaskirinê yên Ofîsa Rêveberiya Rîska Afatê ya Dewletê dewam dikin.

Back to top button