Bi hêza jinê dê xebatên sala 2023’an bibe wesîleya bi destxistina azadiyê

Jinên Başûrê kurdistanê li dijî her cur êrîş, dagirkerî û tundiyê li ber xwe dan û karîbûn di salekê de gelek guhertin û destkeftiyan des bixin.
Taybet li Mexmûr û Şengalê ji aliyê rêxistinên jinan ji bo azadiya rêber Abdulah Ocalan, azadiya jin û civakê gelek çalakî hatin darxistin.

Li Başûrê kurdistanê jinan sala 2023’an bi têkoşîn û kedeke mezin tijî kirin.

Bi taybetî ji bo jinên Mexmûr û Êzidiyan mijara sereke tecrîda li dijî rêber Adullah Ocalan bû.

8’ê Adarê li tevahiya navçe û bajarên Başûrê bi çalakiyên cuda hat pêşwazikirin.

Di 1’emîn salvegera şehîdkirina Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî de li gelek deveran çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin.

Şandeyek jinên Rojavayê Kurdistanê re di 3’yê Nîsanê de berê xwe da Başûr û li ser yekîtiya neteweyî bi saziyên jinan re niqaş kirin.

30’ê Mijdarê jî şandeyek ji Bakurê Kurdistanê serdana Başûr kirin rêze hevdîtin pêk anîn û li ser pirsgirêkên jinan niqaş kirin.

Di 21’ê Mîjdarê de li Hewlêrê bi hevkariya Unicef’ê Beşa Parastina Mafên Zarokan hat vekirin.

Di 25’ê Hezîranê de li Silêmaniyê Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku yek ji xewn û projeya Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bû, hate vekirin.

Li dijî polîtîkayên çewisandin û tunekirin di 14’ê Tîrmehê de li herêma Hewreman a Helebce ji aliyê Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer ve Kampa Jineolojî hat vekirin.

Ji 15 Îlonê de jî bi sedan mamostayên bi peyman û herdemî ji ber nedana mûçe û tayînekirinê, li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê daketin çalakiyên wan heta niha didome.

Di 20’ê Îlonê de rêxistin û saziyên jinan, bi minasebeta 25’ê Mijdarê, dest bi çalakiyan kir.

Ji bo jinên Êzidî jî sala 2023’yan bû sala berxwedanê.

Di 23’yê Nîsanê de TAJÊ li Şengalê bi dirûşma “Bi jin, jiyan azadî re, ber bi şoreşa jinê ve” konferansek darxist.

Bi boneya 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê TAJÊ, bi Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) li ser mijara “Jin û Parastin” di 10’ê Mijdarê komxebatek li dar xist.

Pêhateyên Şengalê, tevlîbûna xwe ya pengava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ragihandin.

Ji bo jinên Mexmûrê jî sala 2023’yan saleke bi têkoşînê re derbas bû.

Di 20’ê Gulanê de Artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî û wesayîtên kar berê xwe dan wargehê û hewldan ku dora wargehê têl bikin.

Xelkê Mexmûrê bi pêşnegiya jinan 16 rojan bi şev û roj li ber xwe dan û hiştin ku hêz xwe vekişîne.

Çalakiya nobetê ya di 10’ê kanûna 2022’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin di sala 2023’yan de jî dewam kir.

Di 16 Mijdarê de xwendekarên Mexmûrê name ji rêber Apo re nivisandin.

Melîsa Îştar bi daxuyniyekê beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” bû.

Şandeyek ku ji ciwanên enternasyonalîst ên navneteweyî pêk dihat di 14’ê Tebaxê de serdana Mexmûrê kirin.

Di 16’ê Mijdarê de li wargehê 13’yemîn Konferansa Meclîsa Îştar hat lidarxistin.

Back to top button