Gerîlayên YJA-Starê li Zapê dagirkerek ceza kir

Di çalakiyan gerîlayan de li Zapê dagirkerek hate kuştin.
Arteşa Tirk a dagirker jî 21 caran bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrişî gerîlayan kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê rewşa şer a li qadên parastinê yên Medya daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

20’ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya Amediyê, tîmên gerîlayan 4 caran bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.

Li vir, çeperek tevî çeka bombeavêj hate jinavbikrin.

Heman rojê gerîlayan YJA Starê jî bi çekên giran li dagirkerên nêzî qada Çemçoyê dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

20’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê jî tîmên gerîlayên jin ên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin.

Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

HPG: Qadên berxwedanê 21 caran bi çekên kîmyewî û qedexe hatin bombekirin

Derbarê êrişên arteşa Tirk û sûcên wê de jî HPG’ê agahî dan:

Qadên berxwedanê 21 caran bi çekên kîmyewî û qedexekirî, 13 caran bi balafirên şer

û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

https://anfkurdi.com/kurdistan/hpg-Cepereke-dagirkeran-hate-imhakirin-165630

Back to top button