Çalakiya greva birçîbûnê di roja 75’an de dewam e

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiya greva birçîbûnê mezin dibe. Piştgiriya bi pêngava ” Ji bo Ocalan azadî” zêde dibe, herî dawî jî, 10 rêxistinên li Almanyayê tevlî pêngavê bûn.Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku ew îsa bikin sala azadiya Ocalan, lewma divê her kes bi ruhê seferberiyê kar bike.”

Bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2020’an de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û niha 75 roj in li ber xwe didin.

Li wargeha Mexmûrê jî çalakiya ku bi heman armancê hatî destpêkirin, 54 û li Yûnanistanê ev 37 roj in dewam dike.

10 rêxistinên li Almanyayê tevlî pêngavê bû

Pêngava navneteweyî ya bi daxwaza azadî û şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, her roj diçe bala rêxistinên nû dikişîne.

10 rêxistinên li Almanyayê ragihand ku ew tevlî pêngava “ji bo Ocalan azadî” bûne.

Ciwanên Fîlandayê tevlî pêngavê bû

Tevgera Ciwanan a Çepgir a Fînlandiyayê (Vasemmîstonûorte) jî, tevlî pêngavê bû.

Ciwanan ji Sekreterê NY Antonîo Gûterres re nameyeke şand û bang lê kir ku bi erka xwe rabe û işaret bi encamên rapora CPT hate kirin ku yekser bikevin nava hewldanan.

Yuksel Koç: Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê her kes bi ruhê seferberiyê kar bike

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç destnîşan kir ku gelê Kurd bi xet û bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan ber bi azadiyê ve dimeşe û got:

“Em sala 2021’ê bikin sala azadiya Serok Apo.

Ji bo wê, divê her kes bi ruhê seferberiyê kar bike.”

Yuksel Koç îşaret bi pêngava “ji bo Ocalan azadî” kir û anî ziman ku eleqeyeke pir mezin li cîhanê ji bo rêber Ocalan tê nîşandan û ji bo azadiya wî, li cîhanê li qadeke mezin kar tê meşandin..

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç îşaret bi lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanî jî kir û bang li PDK’ê kir ku divê berjewendiyên Kurd û Kurdistanê ji xwe re bike bingeh her wiha ji bo Rêber Ocalan ji her demê zêdetir kar bike.

Back to top button