“Şaneya me berpirsa sîuqastkirina rûspiyan e”

Çeteyekî DAIŞê ku di çarçoveya rêze-operasyonên QSD’ê yên li dijî şaneyên veşartî de hatiye girtin, li xwe mukir hat ku şaneya wan berpirsê biryardayîna kuştina rûspiyê êla El-Igêdat û kurê wî li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê ye.

Gelek alî bi dû kuştin û armanckirina rûspiyê êlên Ereb ên li herêmê ne, di nav de DAIŞ..

Vê dawiyê, hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir ê navçeya Deşîşa Seida Feysel El-Hermas û cîgira hevserokatiyê Hind Letîf El-Xidêr û Şêx Itliyoş El-Lafî El-Şetat û kurê wî Mehmûd El-Şetat hatin armanckirin.

QSD’ê di çarçoveya operasyonên xwe yên ewlehiyê de, şaneya bi navê “aborî û zekatê ya wîlayeta El-Xêr” li Dêra Zorê girt û diyar kir, ew şane berpirsa dayîna biryara sîuqastkirina şêx Itliyoş El-Şetat e.

Şaneya mijara gotinê, kesên ku pereyan nadin û kesên di nava QSD û Meclisa Sivîl a Dêra Zorê de çalak bin, dike armanc.

Li gorî lixwemikurhatinên endamê şaneyê yê bi navê Ebdulhemîd Ferhan El-Hemad ku di operasyonên QSD’ê de hatiye girtin, şane ji 7 çeteyan pêk tê û berpirsa dayîna biryarên sîuqastkirinê ye.

“Kuştina çi kesê bi QSD û meclisên sivîl re têkildar be hat xwestin”

Ez di şaneya bi navê “aborî û zekatê ya wîlayeta El-Xêr” de dixebitîm

Di civîna şaneyê ya herî dawî de, ji me xwestin ku her kesê pereyan nedin, kesên têkiliyên wan bi QSD û rêveberiya sivîl û hêzên wê yên leşkerî re hebin, wan bidin kuştin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji Adara 2019’an, an jî piştî têkbirina DAIŞê di warê leşkerî de, operasyonên girtinê yên berfireh li dijî şaneyên wê yên veşartî ranewestandine.

Par di pêngava yekemîn a li ser daxwaza Rûspiyên herêmê pêkhatî de bi tenê, ku ji 4 heta 10 Hezîranê dirêj kir, 110 DAIŞî hatin girtin.

Back to top button