Rêveberiya Pyongyangê gef li Amerîka û Koreya Başûr xwar

Rêveberiya Pyongyanê ya ji despêka salê ve lez daye ceribandina moşekên balistîkî ev yek bi gaveke din jî bi pêşde bir.Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un rêveberiyên Amerîka û Koreya Başûr hişyar kir û got; Di rewşa şerê li gel van welatan de, em ê çekê nukleerî bikar bînin.

Careke din di Koreya Bakur, gefa karanîna çekên nukleerî dixwe.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) Kim Jong Un di salvegera 69. a bidawîbûna Şerê Koreyê de xîtabî kedkarên şer kir.

Kim diyar kir ku hêzên çekdar ji bo bersivdayîna her krîzê bi tevahî amade ne û wiha got:

“Çekên rawestana şerê nukleerî yê welatê me jî amade ye ku hêza xwe ya mutleq li gorî peywira xwe bi lez û bez seferber bike.”

Kim bi gotinan êrişî hikumeta nû ya Koreya Başûr kir û ev tişt anî ziman:

“Hikûmeta Koreya Başûr ya bi serokatiya Yoon Suk Yeol ji aliyê kesên bêhiş yên ji ber hîn xerabtir ve tê rêvebirin û evê tevahî artêşê tine bikin.”

Kim bal kişand ser wê yekê ku axaftina li ser operasyona leşkerî ya li dijî welatê wî yê bi çekên atomî karekî pir metirsîdar a xwekujiyê ye û wiha got: “Hewldaneke wiha xeter wê yekser ji aliyê hêzên me ve were cezakirin.

Hikûmet û artêşa Yoon Suk Yeol wê ji na werin birin.”

Kim jî di meha Nîsanê de gotibû, eger gef li welatî wî were xwarin ew dikarin çekê nukleerî bikar bînin.

Rêveberiya Pyongyangê herî dawî d5’ê Hezîranê 8 mûşekên balîstîk ên menzîla kurt ceribandibûn.

Koreya Bakur bi ceribandina dawîn a ji destpêka sala 2022’an ve cara 17’emîn moşekan diceribîne.

Cîgirên wezîrên derve yên Amerîka, Japonya û Koreya Başûr di 10’ê Hezîranê de li hev kiribûn ku hevkariya ewlekarî ya sê alî li hember bernameyên çekan ên Koreya Bakur zêde bikin.

Back to top button