Almanya firotina çekan a bo Îsraîlê 10 qat zêde kiriye

Almanya ku xwe weke dostê Îsraîlê nîşan dide, êrişên wê li ser Xezayê rawa binav dikir.
Sedema vê rawabûnê jî derket holê ku Almanya firotina çekan a bo Îsraîlê li gorî par vê demê 10 qat zêde kiriye.
Ango berdêla çavgirtina wê ya ji wêraniya li Xezayê re, 303 mîlyon euro ye.

Bi tank û alavên Almanya, Xeza tê wêrankirin.

Rêveberiya Berlînê jî di her fersendê de, hewil dide piştevaniya şerê domdar yê Îsraîl li ser Xezayê bike.

Bi gotineke din, domandina şer di berjewendiyên Berlînê de xuya dike.

Ji ber ku di erêkirinên Almanyayê yên ji bo hinardekirina çek û alavên leşkerî yên ji bo Îsraîlê, îsal rekorek zêde bû.

Li gorî daneyên Wezareta Aboriyê ya Almanyayê 2022’an bi nirxê 32 mîlyon euro çek ji bo Îsraîlê hatibûn firotin.

Wezaretê diyar kir ku îsal hêjmara hinardekirinê gihîştiye 303 milyon euroyî.

Bi vî awayî, ji 2’ê Mijdarê ve, rêjeya hinardekirina çek û alavên leşkerî ji bo Îsraîlê hema hema 10 qat zêde bû.

Wezaretê daxuyakirin ku piştî êrişa Hemasê li ser Îsraîlê serlêdanên çek û alavên leşkerî yên ji bo Îsraîlê di rêza yekem de ye.

Hikumeta Federal jî hewil dide despêkê rêzê bide daxwazên Tel Evîvî.

Hat diyarkirin ku piştî êrîşa Hemasê ya di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dayî despêkirin û heta niha 185 serlêdan hatin kirin.

Hat destnîşankirin ku heta 2’ê Mijdara îsal bi tevahî 218 serlêdanên ku hatine kirin hatine qebûlkirin.

Qebareya erêkirina hinardekirina çekên şer bi qasî 19 milyon euro ye.

Nirxê giştî yê erêkirina radarê leşkerî û teknolojiyên ragihandinê û berhemên din ên parastina leşkerî tevî çek û teqemeniyên din gihîştiye 248 milyon euroyî.

Back to top button