HPG’ê bi daxuyaniyekî cuda 3 gerîlayên ku di Çileya 2023’an de şehîd bûne bi bîr anî û got:
“Heta nefesa xwe ya dawî ji bo paşeroja azad a gelê me têkoşiyan û mîrateyeke berxwedanê li pey xwe hiştin ku nayê jibîrkirin.”
Her wiha HPG’ê bi daxuyaniyekî cuda 3 gerîlayên ku di Çileya 2023’an şehîd bûn bibîr anî.
HPG’ê di daxuyaniyê de ji malbatên Şehîdan û gelên welatparêz re sersaxî xwest û wiha got:
“Partiya me PKK bi pêşengiya Rêber Apo dest bi têkoşînê kir û ji bo tevahî gelê bindest bû hêviya azadiyê.
Ev meşa li ser xeta serketinê bi keda bêdawî ya şehîdên me yên nemir hate afirandin.
Hevrêyên me li hemberî êrişên dewleta Tirk a mêtinger di nava şert û mercên herî giran de li ber xwe dan û xaka Kurdistanê ya pîroz heta dilopa dawî ya xwîna xwe parastin.
Xurtbûna îradeya Apoyî di her serdemê de nîşanî cîhanê dan.”
HPG da zanî hevrêyên wan Fîraz, Arnos û Dildar heta nefesa xwe ya dawî ji bo paşeroja azad a gelê me têkoşiyan û got:
“Şehîdan mîrateyeke berxwedanê ya nayê jibîrkirin li pey xwe hiştin.
Ewladên leheng ên artêşa fedaiyan hevrêyên me wê her tim di têkoşîna azadiyê de bêne bîranîn û rêya me ronî bikin.”
Agahiyên li ser nasnameya Gêrîlayên Şehîd bûne wiha ye:
Nasnav: Fîraz Zîlan
Nav paşnav: Nêçîrvan Seven
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik: Şukriye
Bav: Hamît
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Çileya 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Arnos Nûda
Nav paşnav: Arjen Dînçer
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik: Sureyya
Bav: Salîh
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Çileya 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Dildar Wan
Nav paşnav: Şehabettîn Dûrsûn
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik: Neherî
Bav: Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Çileya 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê