HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 24 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
HPG’ê diyar kir ku 15’ê Nîsanê quntara Xêrê ya Garê û derdora gundê Yekmalê 3 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin;
“14, 15 û 16’ê Nîsanê jî qadên berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê FM’ê 21 caran bi helîkopteran, obus û çekên giran hatin bombekirin.