LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI DAR IN

Li başurê Kurdistanê jî çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin. Çalakiya ku bi pêşengtiya Nasir Yagiz li Hewlêr despêkir, li Silêmaniye, Mexmûr û Kelarê belav bû.

Çalakiyên Greva birçîbûnê li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr di 20’ê Mijdara 2018’an destpê kir.

Berxwedana Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz jî tevî ku rewşa girane 139 rojin li dare.

Bi Yasir re heta niha 69 koman di çalakiya dorveger de cihê xwe girtine.

Her wiha çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok jî 79 roj li pey xwe hişt.

Li Silêmaniyê jî greva birçîbûnê di roja 116’an de ye.

Îro koma 59’an ku ji welatiyên çar parçeyên Kurdistanê pêktê çalakiyê dewir girt.

Li aliyê din jî bi armanca piştgiriyê şandeyek ji xelkê Wargeha Mexmûr serdana greva birçîbûnê ya Silêmanî kirin.

Greva birçîbûnê ya endazyar Herêm Mehmûd a bêdawî û bêdorveger jî 44 û Gulebax Celalî jî di roja 23’an de ye.

Leave a Reply

Back to top button