212 Sazî û kesayer bang li PDK’ê kir ku Sileman Ehmed bê berdan

212 kesayet û saziyên li Başûrê Kurdistanê bang li PDK’ê kirin ku di zûtirîn dem de Silêman berdin.

Edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 41 rojin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin.

Tevlî hemû bangan jî PDK’e bêdengiya xwe diparêze, li başûrê Kurdistanê li dijî vê bêdengiyê bertek fireh dibe.

Îro jî ji bo rojnamevan Silêman Ehmed ji 212 kesayet, rojnamevan, rêxistin, çalakvan û parêzeran banga lezgîn hate kirin ku di demeke zû de Silêman Ehmed bê berdan.

Di banga lezgîn de wiha hate gotin:

” Kiriyara PDK’ê li dijî Silêman Ehmed senaryoyek, mîna sînriyoya Şêrwan Şêrwanî û girtiyên Behdînanê ye ku bi îdiayên bê bingeh ceza bike û bixe girtîgehê.

Ji bo vê, erkê hemû rêxistinên navxweyî û navnetewî yên mafên mirovan ewe ku ji bo azadiya rojnamevan Silêma bikevin nava danûstandina û desthilatiya li beramberî rojnamevanan qebûl nekin.”

Back to top button